Nêçîrvan Barzanî: Me nexwestiye şer di navbera Hewlêr û Bexdayê de biqewime

Nêçîrvanî Barzanî: Beramberî bizavên me, Bexda guvaşên bêtir li Herêma Kurdistan kir û dest bi êrîşê kir

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvanî Barzanî, di dîdarekê de li gel balyozê Amerîka li Iraq Douglas Silliman ragihand, ti demê Herêma Kurdistanê nexwestiye şerê serbazî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbibe, û ji bo vê mebestê hejmarek daxuyanî derxist.

Nêçîrvanî Barzanî diyar kir, ku beramberî wî karî, Bexda bizav kir ku guvaşên bêtir li Herêma Kurdistan bike û dest bi êrîşê kir û Pêşmerge jî berevanî li xwe û navçeyên xwe kir, tevî wê yekê jî Herêma Kurdistan amade ye ji diyalogê re û rola civaka navdewletî pêwîst û giring dibîne.

Serokwezîrê Herêmî Kurdistan, di dema civîna xwe de li gel Douglas Silliman, zelal kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistan di bizavên xwe de ji bo normalkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan li gel aliyên cuda berdewam e bi taybet ku di heşt mehên dahatî de wê hilbijartin li Herêma Kurdistanê bên encaman.

Ji aliyê xwe ve balyozê Amerîka li Iraq Douglas Silliman dilgiraniya welatê xwe, li ser bûyerên vê dawiyê li navçeyên cihê nakokiyê da xuyakirin, ku di encamê de gellek qurbanî ketin û hêvî xwest herdu alî bizavên ciddî bikin ji bo bidawîanîna nakokiyan û destpêkirina diyalogê ji bo çarekirina kêşeyan û diyar kir ku berdewamiya agirbestê ji bo vê mebestê giring e.

Silliman piştevaniya welatê xwe ji bo bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistan û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo rêxistin û asayîkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan da xuyakirin.