Helgurd Hikmet: Ti niyetek baş di hatina hêzên Iraqî de tune ye
Helgurd Hikmet: Di baweriya aliyên Iraqî de, divê tenê Kurd destûrê bicî bike û jibîra xwe dibin ku Pêşmerge beşekî sîstema berevaniya Iraqê ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebirê giştî yê ragihandin û hişyariya niştimanî di wezareta Pêşmerge de Helgurd Hikmet ji Kurdistan24ê re got: "Ti niyetek baş di hatina hêzên Iraqî de tune ye. Wan hêzana dixwest bêtir pêşve biçin, lê wezareta Pêşmerge tekez dike ku bersiva her binpêkirinekê bide û çarenivîsa her şaştiyekê jî wê wek çarenivîsa wan êrîşan be, ku berî niha li Pirdê û Zumar û çend navçeyên din çê bûn."
Helgurd Hikmet diyar kir, ku aliyên Iraqî bi awayekî merkeziyane hizir dikin û ew di wê baweriyê de ne, ku destûr tişteke pêwîst e tenê aliyê Kurdî bicî bike, tevî ku wan bi xwe destûr binpê kiriye û jibîra xwe birine ku li gorî destûrê, divê wek beşekî sîstema berevaniya Iraqê serederî li gel hêzên Pêşmerge bêkirin.