Li Diyarbekirê şer di navbera PKK û polîsan de çêbû

Gerîlayekî jiyana xwe jidest da û polîsek hat kuştin û 9 polîsên din jî birîndar bûn

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Diyarbekirê ragihand, îro şer di navbera hejmarek gerîlayên Partiya Karkirên Kurdistanê û hêzên polis û ewlehiya Tirkiyê de qewimî.

Nûçegihanê Kurdistan24ê got: Di encama wî şerî de gerîlayekî PKK cane xwe jidest da û di beramber de polîsek hat kuştin û 9 polîsên din jî birîndar bûn.

Li gorî ew dîmenên Kurdistan24ê bi zindî weşand, diyar dibe ku hêzeke mezin ji ewlehiya Tirkiyê li cihê bûyerê kom bû û wê hêzê riyên serekî yên nêzîkî cihê bûyerê girt.