Hejmarek sînatorên Amerîkî ji Ebadî dixwazin şer li dijî Kurdistan rawestîne

Sînatorên Amerîkî Ji Ebadî dixwazin sizayan li dijî Herêma Kurdistanê rawestîne û karên serbazî li dijî hêzên Pêşmerge bidawî bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hejmarek sînatorên Amerîkî ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dixwazin êrîşên xwe li dijî Herêma Kurdistanê rawestîne û danûstandinan li gel Hewlêrê destpê bike.

Heşt sînatorên Amerîkî nameyek ji bo Heyder Ebadî şandine, têde ji wî dixwazin ku sizayan li dijî Herêma Kurdistanê rawestîne û karên serbazî li dijî hêzên Pêşmerge bidawî bîne.

Wan sînatoran daxwaz ji Ebadî kirin ku çekdarên Heşda Şeibî ji navçeyên derveyî îdara Herêma Kurdistanê bikşîne.

Herweha sînatorên Amerîkî di nameya xwe de ji bo Ebadî tekez kirin ku pêwendiyên bihêz di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de, wê bibin sedema serketinê bi ser hemû gefên ku rastî Iraqa federal û aram tên.