Artêşa Tirkiyê û hêzên opozîsyona çekdar bajarê Efrînê topbaran kirin
Medya nêzîkî PYD: YPGê bi tundî bersiva wan da û di encama şer de, şervanekî YPGê canê xwe jidest daye
K24 - Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û hêzên opozîsyona çekdar ya ku Tirkiyê piştevanya wê dike, devera Til Qestel û herdu gundên Deqne û Mer'inaz li bajarokê Şera topbaran kirin.
Li gorî medya nêzîkî YPG, di wî şerî de hêzên çekdar hejmareke mezin ji çekên cuda bikar anîne.
Herweha diyar kir ku YPGê bi tundî bersiva wan da û di encama şer de, şervanekî YPGê canê xwe jidest daye û heya niha ti zanyarî li ser ziyanên ku li wan çekdaran bûne, nehatiye ragihandin.