Belemeke penaberan li derya Ege binav bû û 3 penaber bûn qurbanî
Di encama binavbûna belemeke penaberan, 3 kesan canê xwe jidest dan û 13 kes hatin rizgarkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hat zanîn îro li bajarê Muglayê, li nêzîkî peravên Bodrûmê, hejmarek penaber dema dixwestin bi riyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin, belema wan binav bû.
Di encamê de 3 kesan canê xwe jidest dan û 13 kes hatin rizgarkirin.
Lêgerîn û xebatên hêzên ewlekariya deryayî ji bo dîtina penaberên din berdewam dike.