Belemeke penaberan li derya Ege binav bû û 3 penaber bûn qurbanî

Di encama binavbûna belemeke penaberan, 3 kesan canê xwe jidest dan û 13 kes hatin rizgarkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hat zanîn îro li bajarê Muglayê, li nêzîkî peravên Bodrûmê, hejmarek penaber dema dixwestin bi riyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin,  belema wan binav bû.

Di encamê de 3 kesan canê xwe jidest dan û 13 kes hatin rizgarkirin.

Lêgerîn û xebatên hêzên ewlekariya deryayî ji bo dîtina penaberên din berdewam dike.