Mislim: Kongirê Sochi wê rê li ber erêkirina federaliya bakurê Sûryê veke

Salih Mislim: Ev gava Rûsya wê alîkar be ji bo mikurhatinê bi federaliya bakurê Sûryê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim di dîdarekî de li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê got: "Ev gava Rûsya wê alîkar be ji bo mikurhatinê bi federaliya bakurê Sûryê, û vexwendina PYD ji bo wî kongirî geveke erênî ye."

Mislim got jî: "Amadebûna me di wî kongirî de, wê destkeftek be ji doza Kurdî û federaliyê û emê wek şandeke federaliya bakurê Sûrya amade bibin."