Tillerson û Nêçîrvan Barzanî pêwendiyek telefonî encamdan

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson di peywendiyek telefonî de digel Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dilgraniya xwe ji aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbirî

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson  piştevaniya welatê xwe ji bo mafên destûrî yên herêma Kurdistanê li 'Iraqê derbirî.

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson di peywendiyek telefonî de digel Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dilgraniya xwe ji aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbirî û piştevaniya Amerîka ji bo mafên destûrî yên herêma Kurdistanê li Iraqê tekez kir. Tillerson herweha hêvî xwest ku, ew agirbest û diyalogên meydanî yên di navbera herêma Kurdistanê û hikumeta federal a Iraqê de hatine kirin, bibe diyalogeke siyasî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de.

Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî, tevî derbirîna dilgiranyê ji hewlên Iraqê ji bo berdewamiya pêşveçûnên serbazî, amadebûna herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina diyalogek siyasî ji bo çareserkirina aştiyane ji pirsgirêkan re tekez kir. Got jî, herêma Kurdistanê şer û pevçûnan naxwaze û dixwaze hemû pirsgirêk di çarçoveya destûrê de digel hikumeta Iraq a federal çareser bibin.