Bereya Tirkmenî parêzgariya Kerkûkê dixwaze

Parlemanterê Tirkmenî hûrgiliyên projeyeke Bereya Tirkmenî ya bi navê “Projeya Tirkmenî” ji bo birêvebirina parêzgeha Kerkûkê aşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterê Tirkmenî hûrgiliyên projeyeke Bereya Tirkmenî ya bi navê “Projeya Tirkmenî” ji bo birêvebirina parêzgeha Kerkûkê aşkere dike û dibêje: “Şanseke wê projê heye ku ji aliyê Bexda û Enqerê ve were qebûlkirin û di çend rojên bê de wê projeyê dixine ber destê Îran, Amerîka û Brîtanyayê.

Parlemanterê Tirkmenî Casim Mihemed Cafer ji medyayên Iraqî re gotiye: “Şanda Tirkmenan dema çûye Tirkiyê û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokwezîr Binalî Yildirim civiya, ew proje guftûgo kiriye.”

Li gor axaftina wî nûnerê Tirkmenan, şandê daxwaz kiriye, fermandariyeke leşkerî ji bo Kerkûkê bê damezrîne û Fermadarê Operasyonên Kerkûkê Lîwa Elî Fazil Umran bibe fermandarê wê fermandariyê û 3 cîgirên wî yên Ereb, Kurd û Tirkmen jê re bên diyarkirin, ta hevkariyê bikin û aramiyê li wî bajarî peyda cibicî bikin.

Herwiha gotiye, di projeya pêşniyazkirî de, nabe ti pirsgirêkek rû bide, ta zemînek ji hilbijartinên nû re dirust bibe û bi serperiştiya Netewên Yekgirtî ve bê rêkxistin.

Casim Mihemed Cafer gotiye jî, Tirkmenan daxwaz kiriye parêzgarê bê yê Kerkûkê Tirkmen be û desthilat li ser binemaya ji sedî 32 ji Ereban, 32 ji Tirkmenan, 32 ji Kurdan û 4 ji pêkhateyên din be.

Amaje bi wê jî daye, ew araste ji aliyê Bexda û Enqerê ve tê pêşwazîkirin. Herwiha ew wê projê dixin ber destê Serokwezîrê Iraqê, paşê jî dixin ber destê Îran, Amerîka û Brîtanyayê.