Serkirdatiya YNKê girêdana kongir gotûbêj dike
Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, îro Encûmena Serkirdatiya YNKê li Silêmaniyê dicive û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re, pirsa girêdana kongir û aşkerekirina encamên lêkolînên bûyerê Kerkûkê gotûbêj dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, îro Encûmena Serkirdatiya YNKê li Silêmaniyê dicive û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re, pirsa girêdana kongir û aşkerekirina encamên lêkolînên bûyerên Kerkûkê gotûbêj dike.
Di civîna borî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryara avakirina komîteyekê bi mebesta lêkolîna bûyerên Kerkûkê bike, hate dayîn.
Ji aliyekî din ve, hejmarek ji kadroyên YNKê di daxuyaniyekê de daxwaz kirin, serkirdeyên wê partiyê di zûtirîn dem de kongir girê bide.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, biryar bû îro berî nîvro civîna Serkirdatiya YNKê biçûya, lê ji bo çend demjimêran hat bipaşxistin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, îro Encûmena Serikdatiya YNKê biryarê li ser girêdana kongir dide, ji ber ku di peyrewa nacxwe ya YNKê de hatiye “Piştî nemana Sekreterê Giştî ji ber her sedemekê, divê di du mehan de kongre bê girêdan.