Ebdilemîr Zeydî li navçeyên Kurdistanî vegeriya
"Zeydî serperiştiya pilaneke giştî dike ji bo vegerandina desthelata federalî li navçeyên kêşe li ser wan."
K24 - Navenda Nûçeyan
Jêderekî serbazî eşkere kir, ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, erkê "Sepandina yasa û vegerandina desthelata federalî li navçeyên kêşe li ser wan" radestî alîkarê supasalarê Iraqê ferîq rukin Ebdilemîr Zeydî kiriye.
Neqîb Cebar Hisên di kongirekî rojnamevanî de got: "Zeydî serperiştiya pilaneke giştî dike ji bo vegerandina desthelata federalî li navçeyên kêşe li ser wan."
Herweha got: "Destnîşankirina Zeydî ji bo zanebûna wî vedigere di piroseyên emnî de li wan navçeyan, di dema desthelata Malikî de jî, postê fermandeyê oprasyona Dicla wergirtibû û serperiştiya îdara parêzgehên Diyala û Kerkûkê dikir."
Di sala 2012an de, bi fermana Nûrî Malikî, Ebdilemîr Zeydî serperiştiya leşkerkêşiya artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî kir, lê nekarî amancên xwe bicî bîne û di sala 2014an de, hêzên artêşa Iraqê li wan navçeyan, jihev ketin û beşekî mezin ji wan bi rûtî navçeyên xwe valakirin û tevahiya çekên xwe ji çekdarên DAIŞê re hiştin û bûn sedema ketina wan navçeyan di destê DAIŞê de, ku di encamê de ziyanekê gellekî mezin li xelkê hat.