Herîrî dest jikar kişand û diyar kir ku bizava terorkirina wî tê kirin

Di axaftina xwe ya dest jikar kişandinê de Herîrî, rexneyên tund li Hizbullah a Lubnanî û siyaseta destwerdarî ya Komara Ilsmaî ya Îranê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Lubnanê Saad El Herîrî di axaftinek televizyonî de ragihand ku, dest jikar dikşîne. Herîrî eşkere kir, rewşa niha ya li Lubnanê wekî dema kuştina bavê wî dubare dibe û agahî li ber destê wî hene, ku bizava terorkirina wî jî tê kirin.

Di axaftina xwe ya dest jikar kişandinê de Herîrî, rexneyên tund li Hizbullah a Lubnanî û siyaseta destwerdarî ya Komara Islamî ya Îranê kir.

Şîrovevan diyar dikin ku, Herîrî metirsiya Iranê li ser Lubnanê wekî bingeha dest jikar kişandina xwe destnîşan kiriye.

Bavê Serokwezîr Saad El Herîrî, Refîk El Herîrî sala 2005an bi êrîşa otombîleke bombekirî hatibû terorkirin û Sûriye wekî plandarêrjê wê êrîşê hatibû tometbarkirin.