Asayişa li Amûdê zindaniyekî serhildana 12 Adarê desteser kir

Şevê din li bajarê Amûdê, asayişa li bajar, girte ser mala endamê komîta hêrîmî ya PDK-S Berzan Ehmed Nûrê û ew birin cihekî nediyar.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din li bajarê Amûdê, asayişa li bajar, girte ser mala endamê komîta hêrîmî ya PDK-S Berzan Ehmed Nûrê û ew birin cihekî nediyar.

Berî niha jî, Berzan Ehmed ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû girtin, dema ku bi awayekî çalak di serhildana 12 Adara 2004an de beşdarî xwepêşandanan kiribû û bêtirî salekê di zindana Sêdnaya û Edra de mabû.

Endamên malbata wî diyar kirin ku heya niha ew nizanin Berzan bi çi tometê hatiye girtin, lê berî demeke kin, ji wan re hatiye gotin ku Berzan ji bo bajarê Dirbêsiyê hatiye veguhestin.