Rûsya: Hikûmeta Sûriyê bi hêzê jî mabe wê navçeyên HSD kontrol bike

Elêkzender Îvanov: Hikûmeta Sûryê xwe ji bo kontrolkirina navçeyên di destê HSDê de amade dike, û dibe ku çareya serbazî bijardeya tekane ya Şamê be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê bingeha Himêmîm a Rûsî li Sûriyê Elêkzender Îvanov ragihand,  hikûmeta Sûryê xwe ji bo kontrolkirina navçeyên di destê HSDê de amade dike, û dibe ku çareya serbazî bijardeya tekane ya Şamê be ji bo kontrolkirina navçeyên di bin destê HSDê de.

Îvanov diyar kir: "Navçeyên bakurê Sûriyê bi awayekî ne rewa di bin destê HSDê de ne û Amerîka piştevaniya wan dike."

Berî du rojan jî şêwirmendê rêberê Îranê gotibû: "Hikûmeta Sûrî wê di nêzîktir dem de, Reqa ji destê hêzên Sûrya demokrat derxîne."

Ev daxuyanî di demekê de ne, ku Rûsya xwe ji bo lidarxistina kongirê Sochi li ser kirîza Sûriyê amade dike û PYD jî vexwendî wî gongirî kiriye, derbarê wê vexwendinê berî niha hevserokê berê yê PYD Salih Mislim gotibû: "Wê kongirê Sochi rê li ber mikurhatinê li federaliya bakurê Sûriyê veke."