Siûdiyê hejmarek mîr û wezîr desteser kir

Hat zanîn ku, 11 mîr û hejmarek ji wezîrên berê, li gel 4 wezîrên niha di hikûmeta Siûdiyê de hatine girtin

K24 - Navenda Nûçeyan

Desteya bilind a nehiştina gendeliyê li Siûdiyê hejmarek ji mîr û wezîrên berê û yên niha desteser kir.

Hat zanîn ku, 11 mîr û hejmarek ji wezîrên berê, li gel 4 wezîrên niha di hikûmeta Siûdiyê de hatine girtin, lê sedema girtina wan hîn eşkere nebûye û ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.

Herweha berpirsekî pile bilind yê Siûdiyê diyar kir, ku milyardêrê navdar yê Siûdiyê Welîd Bin Telal jî di nav girtiyan de ye. 

Ev pêngav piştî wê yekê hat, ku fermanek bi sizadana gendelkaran derket û komîteyeke bilind bi serokatiya Mîrinşînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman ji bo wê meremê hat pêkanîn.

Ji aliyekî din ve Şahê Siûdiyê hejmarek berpirs, ji postên wan dûr xist û kesatiyên din li şûna wan danî.