Deriyê Perwêzxan di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de tê vekirin
Aram sayexan: Biryar e di nava kêmtir ji 48 demjimêran de deriyê Perwêzxan ji bo karê bazirganî û çûnûhatina welatiyan bê vekirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebirê ragihandina deriyê sînorî yê navdewletî Perwêzxan Aram Sayexan ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî sê hefteyan ji girtina derî, biryar e di demeke gellekî nêzîk de deriyê Perwêzxan bê vekirin."
Aram sayexan got: "Me pêwendî li gel berpirsên derî li aliyê Îranê kir, wan jî ragihand, ku di nava kêmtir ji 48 demjimêran de wê deriyê Perwêzxan ji bo karê bazirganî û çûnûhatina welatiyan bê vekirin."
Got jî: "Egereke mezin heye sibe ew derî bê vekirin."