Deriyê Perwêzxan di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de tê vekirin

Aram sayexan: Biryar e di nava kêmtir ji 48 demjimêran de deriyê Perwêzxan ji bo karê bazirganî û çûnûhatina welatiyan bê vekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebirê ragihandina deriyê sînorî yê navdewletî Perwêzxan Aram Sayexan ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî sê hefteyan ji girtina derî, biryar e di demeke gellekî nêzîk de deriyê Perwêzxan bê vekirin."

Aram sayexan got: "Me pêwendî li gel berpirsên derî li aliyê Îranê kir,  wan jî ragihand, ku di nava kêmtir ji 48 demjimêran de wê deriyê Perwêzxan ji bo karê bazirganî û çûnûhatina welatiyan bê vekirin."

Got jî: "Egereke mezin heye sibe ew derî bê vekirin."