Hêzên ewlehiya Tirkiyê li Diyarbekirê dest li ser 744 kîlo heşîş danî

Di operasyona hêzên Tirkiyê de, 25 cihên veşartî hatin jinavbirin û dest li ser hejmarek zêde ji çek û teqemeniyan jî hat danîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Derbarê vê mijarê parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku li navçeya Licê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de, 25 cihên veşartî hatin jinavbirin û dest li ser hejmarek zêde ji çek û teqemeniyan jî hat danîn.

Herweha Hêzên ewlehiya Tirkiy dest li ser 744 kîloyên heşîşê danîn û nirxê wê heşîşê bi nêzîkê 300 hezar dolar hat texmînkirin.

Operasyona Licê ya li dijî PKKê 3 rojan berî niha destpê kiribû û duh bidawî hat.