Çiyayê Asos li qezaya Mawet sê caran hat bombebarankirin

Kamîran Hesen: Velivînên PJAKê li wê navçeyê gellekî kêm tên dîtin û em nizanin gelo sedema wan bombaranan çiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Qayimqamê qezaya Mawet ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ragihand: "Şeva 3ê vê mehê çend firokeyeke nenaskirî çiyayê Ssos bombebaran kirin."

Qayimqamê qezaya Mawet Kamîran Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand, ku demjimêr 6:30 êvara 3yê vê mehê çend firokeyên nenaskirî 3 caran çiyayê Asos bombaran kirin û ew navçe 3 kîlometran ji gundê Gelale yê ser bi qezaya Mawet dûre.

Derbarê hebûna gerîlayên PJAK li wê navçeyê, Kamîran Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand: "Velivînên PJAKê li wê navçeyê gellekî kêm tên dîtin û em nizanin gelo sedema wan bombaranan çiye."            

Qezaya Mawetê 56 kîlometyan dikeve bakurê rojavayê bajarê Silêmaniyê û li gel Îranê hev sînor e.