Li Kerkûkê 2 teqîn: 4 kuştî û 13 birîndar
Li bajarê Kerkûkê teqînekê rû da û polîsa bajêr jî radigihîne, teqîn xwekujî bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Kerkûkê 2 teqîn rû dan, li gor zanyariyên destpêkê jî 4 kes hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.
Jêderekî ji bajarê Kerkûkê ji K24ê 43 ragihand, teqîn li kolana Etles ya nava Kerkûkê bi riya xwekujekî rû da û baregeha Seraya Selam ya Heşda Şeibî armanc girt.
Wî jêderî gor jî, ji cihê teqînê jî dengê teqeyan jî tê bihîstin.
Li gor zanyariyan, teqîna duyem jî baregeha Esayib Ehil el-Heq li pişt şaredariya Kerkûkê armanc girtiye.
Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de 4 kes hatine kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûne.