Hikûmeta Herêmê daxwaz ji Bexdayê dike reşnivîsa yasaya budceya 2018 pesend neke

Hikûmeta Bexdayê bi tak alî û ji rexê wezareta diravî ya Iraqê ve, pirojeyasaya budceyê amade kiriye, bêyî beşdariya Herêma Kurdistanê û ev yek berûvajî yasaya federalî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Civata wezîrên Herêma Kurdistanê derbarê pejirandina reşnivîsa pirojeyasaya budceya Iraqê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye, hikûmeta Bexdayê bi tak alî û ji rexê wezareta diravî ya Iraqê ve, pirojeyasaya budceyê amade kiriye, bêyî beşdariya Herêma Kurdistanê û ev yek berûvajî yasaya federalî ye.

Civata wezîran rexne li wê pirojeyasayê kir, ku di reşnivîsa wê de, pergala destûrî û yasayî ya Herêma Kurdistanê piştguh kiriye û Herêma Kurdistana Iraqê bi parêzgehên Bakurê Iraqê binav kiriye û ev yek berûvajî destûra Iraqê ye.

Herweha di wê pirojeyasayê de, pişka budceya Herêma Kurdistan ji bo yekem car piştî sala 2005an, ji rêjeya 17% jib o rêjeya 12.67an hatiye kêmkirin û ev yek jî movika sêyem ji mada 121ê ya destûrî binpê dike, ku têde hatiye: Divê hikûmeta Iraqê pişkeke dadperwerane ji bo Herêma Kurdistanê dabîn bike û hejmara rûniştvanan li Herêma Kurdistanê berçav werbigre.