Cebar Yawir: Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê siyasî ne

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawir ragihand, Bexda ji belavkirina hêza hevbeş poşman bûye û dixwaze hêza xwe li hemû navçe û deriyên sînorî belav bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawir ragihand, Bexda ji belavkirina hêza hevbeş poşman bûye û dixwaze hêza xwe li hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û deriyên sînorî belav bike.

Cebar Yawir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Herêma Kurdistanê amadehiya xwe temam nîşan kiriye ji bo encamdana guftûgo û hevtêgihêştinan.

Herwiha got, ew pirsgirêkên niha di navbera Hewlêr û Bexdayê hene, pirsgirêkên siyasî ne û ne leşkerî ne, çareserkirina wan jî di riyên siyasî re dibin.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge diyar kir, şer malwêraniyê li pişt xwe tîne, Herêma Kurdistanê ew bijarde red kiriye û hêza Pêşmerg ji sê salan ve mil bi milê hêzên Iraqî di şerê li dijî teroristên DAIŞê de ye.