Berpirsê melbenda YNK li Xurmatû: Tiştê di 16ê Cotmehê de çêbû cînosayd e
Mela Kerîm: Di 16ê Cotmeha derbasbûyî de, min biryara kişandina hêzên Pêşmerge li Xurmatû da û ez berpirsatiyê hildigrim.
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsê melbenda 16 ya Hemrîn a YNK li Xurmatû Mela Kerîm Şukir, ji Kurdistan24ê re got: "Di 16ê Cotmeha derbasbûyî de, min biryara kişandina hêzên Pêşmerge li Xurmatû da û ez berpirsatiyê hildigrim."
Mela Kerîm tekez kir ku Xurmatû hatiye cînosaydkirin û ji roja 16ê Cotmehê ve tenê ji Xurmatû 8 hezar malbat mişext bûne û niha li nav bajarên din yên Herêma Kurdistanê di rewşeke xirab de dijîn.