Vekirina deriyê Perwêzxan hat paşxistin

Roja şemmiya dahatî wê deriyê Perwêzxan bi fermî bê vekirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Tevî ku biryar bû, îro 6/11/2017 deriyê Perwêzxan di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bi fermî bihata vekirin, lê bi sedema merasîma çileya Îmam Hisên, vekirina wî derî ji bo hefteya dahatî hat paşxistin.

Berpirsekî derî li aliyê Kirmaşan a Îranê ragihand: "Hikûmeta Îran biryar dabû dervî veke, lê bi sedema qerebalixa zêde ya serdankiran ji bo Kerbelayê û beşdariyê di çileya Îmam Hisên de, vekirina derî ji bo hefteya dahatî hat paşxistin û roja şemmiya dahatî wê derî bi fermî bê vekirin".

Ev bû bêtirî sê hefteyan Komara Islamiya Îranê deriyên sînorî li gel Herêma Kurdistanê girtiye.