Heşda Şeibî malên welatiyên Kurd li Xurmatû talan dikin û diteqînin

Welatî: "Çekdarên Heşda Şeibî malên Kurdan talan dikin û piştî kelûpelên nav malan dibin, wan xaniyan diteqînin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî dagîrkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, bi piştevaniya Supaya Pasdaran a Îranê, kempîna talankirin û teqandina xaniyên welatiyên Kurd li Xurmatû bi awayekî berfireh berdewam e û welatî dibêjn: "Çekdarên Heşda Şeibî malên Kurdan talan dikin û piştî kelûpelên nav malan dibin, wan xaniyan diteqînin."