Partiyên Rojhilatê Kurdistan xwe amade dikin

Ew alî dixwazin yekîtiya xwe bihêz bikin daku ji wan guhertinan bêpar nemînin

K24 - Navenda Nûçeyan

Aliyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, guhertinên navçeyê lezgîn in û guvaşeke mezin li ser Îranê heye.

Ji ber wan pêşveçûnan, ew dixwazin bilez navmala xwe rêk bixin, hemû alî jî di wê baweriyê de ne, heya ew karibin pişka xwe ji wan guhertinan bi dest bixin, divê yekîtiya xwe xutr bikin û nexşerêyekê amade bikin.