Nêçîrvan Barzanî: Emê vê qonaxa dijwar derbas bikin

Nêçîrvan Barzanî: Bexda bi mijara mûçeyên fermanberên Kurdistan dilîze, bi gotinan dibêjin ewê mûçe bişînin, lê gotina xwe bicî nake.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, ew karin bi bizavên hemû aliyan vê qonaxa dijwar derbas bikin, û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku riya gotobêjan bimeşîne, ji ber ku bi riyên serbazî pirsgirêk çare nabin.

Derbarê petrolê û mûçeyên fermanberan, Nêçîrvan Barzanî got:"Herêma Kurdistan amade ye petorlê radestî Bexdayê bike beramber şandina mûçeyên fermanberan. Bexda bi mijara mûçeyên fermanberên Kurdistan dilîze, bi gotinan dibêjin ewê mûçe bişînin, lê gotina xwe bicî nake."

Nêçîrvan Barzanî got jî: "Tiştê herî giring di vê qonaxê de, ku em pêşeroja xwe binerin, emê vê qonaxa dijwar derbas bikin, mercê serketinê jî ew e ku em hemû ji berjewendiya hizbî û take kesî dûr bikevin."

Debarê kêşeyên navxwe yên Herêma Kurdistanê û vegera wezîrên Tevgera Goran, Nêçîrvan Barzanî got: "Bi min xweşe di zûtirîn dem de wezîrên Tevgera Goran vegerin nav hikûmetê û dest bi karên xwe bikin."