Hêzên HSD gihiştine nêzîkî sînorê Iraqê
Hêzên Sûrya Demokrat ragihandin, ku ew tenê 17 kîlometran ji sînorê Iraqê dûr in.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûrya Demokrat ragihandin, ku ew tenê 17 kîlometran ji sînorê Iraqê dûr in.
HSD diyar kir, ku di dema 49 rojên destpêkirina operasyona Bahoza Cezîrê de li rojhilatê çemê Firatê, wan rûberek bi dirêjiya 184 kîlometran û firehya 45 kîlometran kontrol kiriye, ku di wê rûberê de hejmarejk ji navçeyên giring hene, wek navçeya pîşesaziyê û zeviyên petrolê.
Li gorî HSD ew hîn jî di pêşveçûnê de ne û karîne xwe bigehînin nêzîkî sînorê Iraqê û niha tenê 17 kîlometran ji wî sînorî dûr in.