“Jiyana Serokê ENKS di metirsiyê de ye nikare li kongir beşdar bibe”

Biryar e di rojên bê de kongreya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin, serkirdyekî ENKS dibêje, ji ber gefên li ser jiyana serokê ENKSê, Îbrahîm nikare di kongir de beşdar bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e di rojên bê de kongira Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin, serkirdyekî ENKS dibêje, ji ber gefên li ser jiyana serokê ENKSê, Îbrahîm nikare di kongir de beşdar bibe.

Endamê Nûnertiya ENKS li Başûrê Kurdistanê Cedan Elî ji K24ê re got: “Kongirê ENKSê gelekî nêzîk lidar dikeve. Serokê ENKSê jî ji ber gef û biryarên dadgeha PYDê û gefên li wî têne xwarin, jiyana wî di metirsiyê de ye, loma ew nikare biçe li kongir amade be. Çendî zehmetî û asteng çê bibin, kongir dê lidar bikeve.”

Kongreya çaremîn ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevî ku gelekî hatibû li paşxistin, lê dîsan jî ENKS rijd e ku kongira xwe li Rojavayê Kurdistanê lidar bixe.

Di dawiya meha borî de, Serdozgeriya Giştî li herêma Cezîrê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, dozek li dijî Serokê ENKSê Îbrahîm Biro pêşkêşî Dadgeha Gel kiribû û ew bi “xiyanet û karên teroristî” tuhmetabar kiribû.

Li gor zanyariyên K24ê, Emîndariya Giştî ya ENKSê biryar daye, ku kes ji endamên Nûneriya ENKS ya li Başûrê Kurdistanê beşdarî kongir nabin.