Serok Barzanî: Ji encamdana referandûmê ne poşman im

Di yekem hevpeyvînên xwe de, Serok Barzanî ligel radyoya “NPR” a Amerîkî de ragihand, “Ne poşman im ku me referandûm kir.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di yekem hevpeyvînên xwe de, Serok Barzanî ligel radyoya “NPR” a Amerîkî de ragihand, “Ne poşman im ku me referandûm kir.”

Serok Barzanî ragihand, ji ber piştevanîkirina Amerîka ji hikûmeta Iraqê re li dijî Kurdistanê, Herêma Kurdistanê pêdeçûnê di pêwendiyên xwe yên ligel Amerîka de dike û got: “Helwesta Rûsya li hember referandûmê, helwesteke erênî bû.”

Di dirêjahiya axaftina xwe de, Serok Barzanî aşkere dike ku çaverê dikirin ji piştî birêvebiria referandûma serxwebûna Kurdistanê sînor bên girtin, lê ti carî çaverê nedikirin Iraq bi çekê Amerîkî êrîşî bike û Amerîka jî bêdeng be.