Hêzên Rêveberiya Xweser rê nedan ENKSê kongira xwe girê bide

Kongira Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku biryar bû îro li bajarê Qamişlo hatiba girêdan, bi sedema êrîşa hêzên ser bi Rêveberiya Xweser û derketina aloziyan nehat girêdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kongira Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku biryar bû îro li bajarê Qamişlo hatiba girêdan, bi sedema êrîşa hêzên ser bi Rêveberiya Xweser û derketina aloziyan nehat girêdan.

Li gor endamekî kongira ENKSê ji K24ê re ragihandiye, hejmarek ji grûpa Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişê ve dihatin parastin, rê li ber endamanên ENKSê girtin ku derbasî hola girêdana Kongir bibin û siloganên li dijî ENKSê avêtin.

Li gor wî jêderî, di heman dema girêdana kongirê ENKSê de, bombeyeke dengî 400 metroyî li nêzîkî hola kongir hate teqandin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, endamên kongira ENKSê derbasî hola girêdana kongir nebûn û niha berê xwe dane ber bi avahiya Netewên Yekgirtî, da ku nerazîbûna xwe bighînin wan.