ENKS: PYD dijayetiya projeya netewî ya Kurdî dike
Îro biryar bû kongira çaremîn ya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata girêdan, lê hejmarek ji grûpa Ciwanên Şoreşger rê nadin kongir bê girêdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdilsemed Xelef Biro derbarê rêgirtina girêdana kongira çaremîn yê ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve, ragihand, “PYD bi van kiriyaran nikare li pêş projeya netewî ya Kurdî raweste.”
Îro biryar bû kongira çaremîn ya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata girêdan, lê hejmarek ji grûpa Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişê ve dihatin parastin, rê li ber endamanên ENKSê girtin ku derbasî hola girêdana Kongir bibin û siloganên li dijî ENKSê avêtin.
Ebdilsemed Xelef Biro li pêş avahiya NY li Qamişlo ji K24ê re got: “Îro biryar bû kongira ENKSê bihata girêdan, lê PYDê asayişa xwe şand da ku kongir têk bidin, em jî dibînin ku ev ne tenê dijayetiya ENKSê tenê, ev dijayetiya ji proja netewî ya Kurdî re ye.”
Got jî: “Dem ev dijayetî li dijî endamên kongir çê bû, em dibînin ku kongir biser ket û ev kiryar bû pesendkirin ji belgeyên kongir re. ENKSê dê bihêz karê xwe bike, ji ber ku ev projeya netewî ya Kurdî, rêjîmên Sûriyê bi dirêjahiya dehan salan nikarî rawestîne, loma PYD jî nikare wê rawestîne.