Li Wanê efserekî Tirk hate kuştin

Li bejahiya Wanê ya Bakurê Kurdistanê, efserekî Artêşa Tirkiyê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bejahiya Wanê ya Bakurê Kurdistanê, efserekî Artêşa Tirkiyê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

Artêşa Tirkiyê, li bejahiya navçeya Çalderan ya Wanê, dijî gerîlayên PKK dest bi operasyonê kir. Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir, di de dema encamdana operasyonê de gerîlayên PKK êriş li leşkeran kiriye.

Di encamê de Efser Mehmet Sakallî ku ji Îzmirê ye, hatiye kuştin û li deverê operasyon didome.