Îran vekirina 2 deriyên sînorî red dike
Serkonsolê Îranê yê li Hewlêrê vekirina deriyê sînorî Hacî Omeran û Perwîzxan red dike û radigihîne, hîna biryara vekirina wan her du vekirina wan deriyên sînorî ji aliyê Iraq û Îranê nedane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serkonsolê Îranê yê li Hewlêrê vekirina deriyê sînorî Hacî Omeran û Perwîzxan red dike û radigihîne, hîna biryara vekirina wan her du vekirina wan deriyên sînorî ji aliyê Iraq û Îranê nedane.
Di daxuyaniyekê de, Serkonsolê Îranê yê li Hewlêrê aşkere kir, ti biryarek ji bo vekirina her du deriyên sînorî Hacî Omeran û Perwîzxan ji aliyê Îran û Iraqê ve nehatiye dan û tenê deriyê Paşmax vekirî ye.
Ev daxuyaniya Serkonsolê Îranê yê li Hewlêrê di demekê deye, berpirsê deriyê sînorî yê Perwîzxanê ragihandibû, di du rojên bê de deriyê Perwîzxanê tê vekirin.