Têksta daxuyaniya civîna encûmena serkirdatiya Partî Dîmukratî Kurdistan
"Ew pîlan û êrîş, ne wek karvedanekê li dijî referanduma xelkê Kurdistan bûne, ji ber ku bi bernameyekî pêşwext hatibû amadekirin"
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro bi serperiştiya serok Mesûd Barzanî encûmena serkirdtiya Partî Dîmukratî Kurdistan civiya û piştî civînê daxuyaniyek belav kir.
Têksta daxuyaniyê
Bi serperiştiya cenabê serok Mesûd Barzanî û amadebûna cîgirê serok û hevalên endamên encûmena serkirdatiyê û yedek û berpirsên liq û ofîsan civîna berfireh ya encûmena serkirdatiyê hat lidarxistin.
Destpêkê koça dawî ya hevalê mamoste Elî Ebdella, cîgirê berê yê serok û endamê desteya damezirandina PDK hat bibîranîn. Herweha silav şandin ji bo canê pak yê hevalê şehîd Wehîd Bakozî, berpirsê liqê hevde yê PDK û ji bo tevahiya şehîdên vê dawiyê di berevaniyê di ber Kurdistanê de û piştre ev mijarên xwarê gotûbêj kirin:
Yekem: Êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, di şeva 15/16ê Cotmeha 2017an de, bi sedema xiyanet û rêketina jêrbijêrî ya çend kesan di nav hizbeke Kurdistanî de û wekî ku di daxuyaniyên berpirsên wê hizbê de hatiye û bi zelalî behsa wê xiyanetê hatiye kirin, ku bûye sedema karesatê ji bo bajarê Kerkûkê û çendîn navçeyên din û bi dehan hezar malbatên Kurd û Ereb û Turkman ji deverên xwe mişext bûne, herweha bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke mezin ji xelkên sivîl, bi taybetî li bajarên Duzxurmatû, Xaneqîn, Kerkûk û derdora wan.. Ew tiştê ku bi xwîn û xebata çendîn sal hatibû bidestxistin, bi çend demjimêran xistin ber metrisiyê de û hat beravêtin, lê bi vê pîlan û siyasetê nasnameya wan navçeyan nayê guhertin û wek çawa berî niha jî siyaseta te'rîbê bi ser neket, eva niha jî bi ser nakeve.
Ew reftarên sîpeyan, ku bi piştevaniya çend aliyên derve hatin encamdan, bûn sedemek ji bo hêzên Heşda Şeibî û artêşê êrîşî dever û bajarên din yên Kurdistanê bikin û akinciyên wan mişext bikin bitaybet û bigiştî jî di hemû waran de guvaşê li Herêma Kurdistanê bikin.
Ew pîlan û êrîş, ne wek karvedanekê li dijî referanduma xelkê Kurdistan bûne, ji ber ku bi bernameyekî pêşwext hatibû amadekirin û dibe ku li gel bidawîhatina kontrolkirina Hewîce destpê kiribe.
Diwem: Bizav û gotarên beşekî mezin ji berpirsên Bexdayê dûr in ji pabendiyê bi destûra Iraqê, ku her dem îdî'aya bicîkirina wê dikin, her wekî çawa berê jî çendîn madeyên destûrî binpê kiribûn, vê carê jî çendîn madeyên din binpê dikin.
Berî niha jî me ragihandibû, bicînekirina destûrê û tefsîrkirina madeyên wê li gorî berjewendiyên taybet û bikaranîna hêzê beramberî nakokî û nerînên cuda û piştguhkirina diyalogê ji bo çarekirina kêşeyan, Iraq xistiye nav kêşe û pirsgirêkên mezin de. Ew 'eqilyet û hizirkirin, di paşerojê de jî gellek ziyan li hemû xelkê Iraqê bi Kurd, Ereb, Turkman û netewên din kiriye û bûye sedema paşketinê di ware abûrî, civakî û siyasî de û di encamê de Iraq berdewam di şer û nakokiyên navxwe û derekî de mijûl bûye.
Ev awayê hizirkirinê alîkariyê bi xweşkirina zemînê re nake ji bo çêkirina keşûhewayeke baş ji bo hevqebûlkirinê û pêkvejiyana serdemane ya netew û ol û mezheban û bi vê yekê ziyanmendê yekem, hemû xelkê Iraqê ye û sûdmend jî ew kes in ku naxwazin li Iraq aramî hebe. Civînê tekezî li ser bicîkirina destûrê û hukmdariya bi tewafuq û hevsengî kir û wek çareseriya kêşeyan dît.
Sêyem: Derbarê rewşa Kurdistan û pêwendiyên di navbera aliyên siyasî de, civînê nirxandineke giştî ji bo rewşa vê qonaxa niha ya Kurdistanê kir û tekez kir ku pêwîst e tevahiya aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê di astê vê qonaxa hestyar de bin û xwe ji kêşe û nakokiyan dûr bikin û pêkve, bihestê berpirastiya netewî û niştmanî bizava çarekirina kêşeyan bikin û nehêlin ti aliyekî girft û kêşeyan li ser milê xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan girantir bike û dive kar ji bo sivikkirin û derbaskirina vê qonaxê bê kirin, herweha divê bi tevayî û yekhelwestî piştevaniya hikûmeta Herêmê bikin weke aliyê rewa ji bo gotûbêjan li gel hikûmeta Iraqa federal, hevdem piştevaniya Perleman û hikûmeta Herêma Kurdistan bin ji bo çarekirina kêşeyên abûrî û siyasî yên nav Kurdistanê.
Çarem: Civînê piştevaniya xwe ji bo hêzên Pêşmerge û dezgehên emnî da xuyakirin di berevaniyê û dabînkirina aramiyê de. Di heman dema ku civîn dibîne ku çareseriya kêşeyan bi riya leşkirkêşî û bikaranîna çekan nabe. Ew piştevaniya diyaloga siyasî ya ciddî û berfireh dike. Ji bo vê mebestê jî, civîna şandên hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya hikûmeta Iraqa federal bi take riya çareseriyê dibîne. Herweha civînê silav û sipasiya xwe ji bo berevanî û xweragiriya hêzên Pêşmerge ku piştî bûyera 16ê Cotmehê kirin, da xuyakirin.
Pêncem: Derbarê wan xuşk û birayên ku di encama êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê de ji mal û cihên xwe mişext bûne, pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû karînên xwe, bi hevkariya cemawerên dilsoz ên Kurdistanê, kar ji bo çarekirina kêşeyên wan û dabînkirina pêdiviyên wan bikin û li gel wê yekê jî bi hemû karînan bizavên ciddî û berfireh bên kirin daku di zûtirîn dem de li cî û warên xwe vegerin.
Di dawiyê de, civînê silav û sipasiya xwe ji bo revenda Kurdistanî re şand, li ser helwest û çalakiyên ji bo piştevaniya gel û axa Kurdistanê kir.
Encûmena serkirdatiyê
Partî Dîmukratî Kurdistan
7/11/2017