Hikûmeta Herêma Kurdistan milyarek dolar ji kompanya Rosneft werdigre

Izzet Sabir: Nirxê girêbesta di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanya Rosneft ya Rûsî de, 3 milyar dolar e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê komîta diravî û karûbarên abûrî di Perlemana Kurdistanê de Izzet Sabir ragihand, nirxê girêbesta di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanya Rosneft ya Rûsî de, 3 milyar dolar e.

Izzet Sabir got: "Herêma Kurdistan bizavan dike piraniya wan girêbestên di warê avakirina jêrxana abûriya Herêmê de hatine kirin, bicî bike."

Izzet zelal kir, li gorî rêketinê, dive di destpêkê de ew kompanî milyarek dolar bide Hewlêr ji bo deynên kompanya Dana Xaz ya Îmaratî bide û milyarê diwem, wê ji bo danîna hêla veguhestina xazê ji Herêma Kurdistanê heya bendera Ceyhan ya Tirkiyê bê terxankirin.

Wî perlemanterî derbarê xerckirina milyarê sêyem jî got: Milyarê sêyem jî wê ji bo pêşxistina zeviyên petrola Avane û Bay Hesen û Mîran û Eyn Zale û Bacwan hatiye veqetandin.