ENKS: Em ji pirojê netewî venagerin û kiryarên PYD dijî pirojê netewî ne
ENKS: "Kiryarên îro hatin kirin cihê mixabiniyê ne û nakevin xizmeta berjewendiyên Kurdî de."
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî ku asayişan li bajarê Qamişlo, rê li pêşya lidarxistina kongirê çarem yê Encûmena Niştmanî Kurdî li Sûryê ENKS girt, emîndarya giştî ya ENKS kongirekî rojnemevanî li Qamişlo lidar xist.
Di wî kongirê rojnamevanî de, serkirdeyên ENKS ragihandin: "Kiryarên îro hatin kirin cihê mixabiniyê ne û nakevin xizmeta berjewendiyên Kurdî de."
Herweha endamên emîndariya giştî ya ENKS dan xuyakirin, ku ew ji pirojeyê xwe yê netewî venagerin û ewê xebata xwe berdewam bikin.