Rûhanî: Siûdî bere ji hêza Îranê bitirse!
Rûhanî diyarkir ku, Siûdî Amerika û Israilê wekî dostên xwe dibîne û xeletiyek stratejîk dike, Siûdî dive ji hêza Îranê bitirse.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansên cîhanê bersîva Serokomarê Îranê bo Siûdiyê ragihandin. Di rojên dawî de pêwendiyên her du welatan di ast a xwe ya herî aloz de ne û berpirsên her du dewletên roj nî ne, ku daxûyaniyên gefê hemberî hevûdu nedin.
Piştî rêkirina mûşeka balistik ji alî Hussiyên Yemenê hemberî Riyadê, Siûdiyê ev kiryar wekî “ragihandina şer” binav kir û li pişt vê rûdanê Iran îşaret kir. Berpirsên yekem ên Siûdiyê dan xuyakirin ku, di dem a dûr an nêzîk de dê bersîva Îranê bidin.
Herî dawî îro Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi daxûyaniyek gelek tund bersîva Siûdiyê da û got ku, Siûdî bere ji hêza Îranê bitirse. Teqandina mûşeka balistik ji Yemenê bo Siûdiyê jî, wekî bersîvek xelkê Yemenê hemberê kiryarên Siûdiyê li vî welatî destnîşan kir. Got: “Ger Siûdî destê hevaltiyê dirêjî Yemenê bike, dê bersîva vê bibîne, lê gava bombardûmana Yemenê dike, dê bersîva vê jî bibîne!”
Rûhanî diyarkir ku, Siûdî Amerika û Israilê wekî dostên xwe dibîne û xeletiyek stratejîk dike, Siûdî dive ji hêza Îranê bitirse.