Desteya serokatiya Perleman: Divê dema diyaloga Hewlêr û Bexdayê bê diyarkirin
Hêrêma Kurdistanê ti binpêkirina destûrî nekiriye û divê rêjeya 17% ji pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê parastî be
K24 - Navenda Nûçeyan
Desteya serokatiya Perleman û serokên firakisyonên Perlemana Kurdistanê, piştî bidawîbûna civîna wna ya hevbeş, daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, dive hemû alî û hêzên Kurdistanî yekrêz û yekdeng bin, daku vê qonaxê derbas bikin û divê hikûmet û Perlemana Kurdistanê jî hevkariyeke temam bihevre bikin û komîtên Perleman ji bo çavdêriya yasana û zêde xizmetkirina xelkê Kurdistanê bên ektîvkirin.
Daxuyanî tekez dike, ku dezgehên destûrî yên Herêma Kurdistanê amade ne di çarçoveya destûra Iraqê diyalogê li gel hikûmeta Iraqê bikin û ji civaka navdewletî tê xwestin hevkariyeke ciddî ji bo diyalogê li ser bngeha destûra Iraqê bike, ji ber ku berdewamiya rewşê wê ziyanê li tevahiya navçeyê bike, herweha daxuyaniyê tekez kir, ku Herêma Kurdistanê ti binpêkirineke destûrî nekiriye.
Li ser pirsa budceyê, daxuyanî tekez dike ku pêwîste rêjeya 17% ya pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê bê parastin û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bên dayin.