Komkara Erebî: Em destwerdana Îranê di navçeyê de red dikin

Emîndarê Komkara Erebî: Ji erkê hemû welatên Erebî ye, mil bi milê Siûdiyê li pêşya gefên Îranê rawestin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxêz got: "Em hemû li gel Siûdiyê ne ji bo rûbrûbûna gefeên derekî."

Ehmed Ebulxêz di kongirekî rojnamevanî de diyar kir, ku ew dijatiya niha beramberî Siûdiyê tê kirin, di ti serdemêkê de wek wê nebûye.

Ebulxêt li ser destwerdanên Îranê di navçeyê de got: Cîhanî Erebî yekdeng e li ser redkirina wan pêngavên Îranê, ku nakokî û girjiyan zêde dikin bi ermanca sepandina hejmûna Taranê li ser navçeyê, ev jî karekî qirêj e û ji ti aliyekî ve nayê qebûlkirin.

Emîndarê giştî yê Komkara Erebî got jî: "Di demekê de Siûdiye rastî wan gefên metirsîdar hatiye, ji erkê hemû welatên Erebî ye mil bi milê Siûdiyê li pêşya wan gefan rawestin."