Bexda biryareke diravî li dijî Kurdistanê derdixe

Benka navendî ya Iraqê bi biryareke fermî, firotina dolar û diravên biyanî ji bo Herêmî Kurdistanê qedexe kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Benka navendî ya Iraqê bi biryareke fermî, firotina dolar û diravên biyanî ji bo Herêmî Kurdistanê qedexe kir.

Li gorî nivîseke benka nawendî ya Iraqê ku duh ji hemû bankan re şandiye, bi ti awayî nabe dolar û diravên biyanî bidin ew bankên li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Benka navendî diyar kir, ku ew biryara wê li ser bingeha biryara roja 12 Cotmehê ya Perlemana Iraqê hatiye derxistin.

Derxistina vê biryarê di demekê de ye, ku çendîn care gerokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandiye, ku ew xelkê Herêma Kurdistan siza nadin.