Hikûmeta Iraq li dijî Herêma Kurdistan li dadgeha federalî vedigere

Pisporekî yasayên destûrî: Ew madeyên ku dadgeha federalî pişta xwe bi wan girêdaye ji bo derxistina wê biryarê, ti pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê re tine

K24 - Navenda Nûçeyan

Vê carê hikûmeta Iraqê ji bo redkirina referanduma Herêma Kurdistanê berê xwe da dadgeha federalî ya Iraqê, dadgehê jî nîşan da, ku destûra Iraqê rê nade ti pêkhateyekê ku ji Iraq cuda bibe, lê pisporekî yasayên destûrî dibêje, ew madeyên ku dadgeha federalî pişta xwe bi wan girêdaye ji bo derxistina wê biryarê, ti pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê re tine û hin maddeyên din di destûra Iraqê de hene wî mafî dide gelê Kurdistan ku referandumê encam bide.