Heşda Şeibî dixwaze hêzeke serbazî ji bo Turkman û Erebên Kerkûkê pêk bîne
Hat ragihandin ku, Turkmanên Kerkûkê jî ji Tirkiyê xwestine alîkariya wan bike daku hêzeke serbazî pêkbînin
K24 - Navenda Nûçeyan
Rojnameya El-Heyat ya Siûdî belav kiriye, ku Heşda Şeibî deriyê tomarkirina navan li ber xwebexşên Turkman û Erebên Kerkûkê vekiriye, daku hêzeke taybet ya xwebeş li Kerkûkê pêk bîne.
Li gorî wê rojnameyê, ew şanda Turkmanî ku berî niha serdana Tirkiyê kiribû û li gel serokê wî elatî Recep Tayip Erdogan civya bû, daxwaz ji Erdogan kiribû, di pirsa pêkanîna hêzeke serbazî ya taybet de, alîkariya wan bike.