Macron: Di mehên dahatî de, emê zora DAIŞê bibin
Macron: Serketina me li ser DAIŞê, nabe bidawîhatina cengê û bi vê yekê jî girûpên terorîst bidawî nayên.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Firensa Emmanuel Macron pêşbînî dike, di nava çend mehên dahatî, bi temamî zora DAIŞê bibin û Iraq û Sûriyê ji wê girûpê paqij bikin, lê bi gotina wî: "Ew yek nayê wateya ku gefên tundrewan bidawî bên."
Îro 9/11/2017 Macron li bingeha bendera Zayid a Firensî li Ebûzebî got: "Bi sedema serketina me li Reqa, pêşbînî dikim di çend hefte û mehên dahatî de, di warê serbazî de, bi temamî navçeyên Iraq û Sûriyê ji DAIŞê bên paqijkirin, lê ev nabe bidawîhatina cengê û bi vê yekê jî girûpên terorîst bidawî nayên."