Serokê Fransa nameyeke piştgîriyê ji Nêçîrvan Barzanî birê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di riya Konsolê Gistî yê wî welatî li Hewlêrê Dominic Mas re nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de tekezî li ser piştgiriya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Wek malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, Serok Macron di vê nameyê de pesnê rola Serok Mesûd Barzanî dide û rola cenabê wî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê û avakirina iraqa nû de bi dîrokî bi nav dike û dinirxîne, herwiha tekezî li ser rêz û pêzanînên xwe bo rola taybetî ya Serok Barzanî di têkoşîna li dijî DAIŞê de dike, ku di bin fermandeyiya cenabê wî de pêşmerge beşdariyeke yekalîkir hebû.”

Di beşeke din ya nameyê de, “Macron tekezî li ser wê yekê dike, ku ew şerê ku wan bi hev re li dijî terorê encam da, bûye sedema xurtkirina wê dostatiya kûr û dêrîn a ku Fransa û gelê Kurdistanê bi hev re girê dide û dibêje: Welatê me herdem hewl daye di çarçoveya Destûra Iraqê de îtiraf bi tevahiya mafên gelê Kurd were kirin.”

Serok Macron herwiha nivîsandiye; Ji bo bihêzkirina pêwendiyên me û bo garantiya îstiqrara Herêma Kurdistanê, ez hêvîdarim ku em bi şêweyeke xurt li ser karkirina li gel hikûmeta we berdewam bin, çimku ew îstiqrar ji bo Iraqê û Rojhilata Navîn faktorekî giring e.”

Di namê de, Serok Macrom destxweşiyê li wê guftûgoya meydanî ya ku berî çend rojên borî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê desthilatdarên Iraq federalî dike, ku bûye sedema rêgirtin li ber aloziyên serbazî, berdewamiya guftûgoyan jî di warê siyasî de bi pêwîst dizane, ji bo çareseriyek ji hemû pirsgirêkan re bê dîtin û dibêje: Di pêwendiyeke telefonî de roja 28ê Cotmehê min ji birêz Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re gotiye ku destpêkirina diyalogê bi piştevaniya Netewên Yekgirtî tenê rêçareyek e ji bo gihêştina bi aştiyeke giştî li Iraqê ji bo hemû Iraqiyan.

Di hevdîtina ligel Konsolê Giştî ya Fransayê li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî spasiya Serok Macron û gel û hikûmeta Fransayê kir, ku di hemû qonaxan de piştevanî li daxwazên gelê Kurdistanê kirine, bi taybet jî di qonaxa şerê li dijî teroristên DAIŞê de Fransa piştgîriyeke mezin ji Pêşmerge re kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de, amadehiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo guftûgoya ligel hikûmeta Iraqê li ser binemaya destûrê tekez kir û hêvî xwast civaka navdewletî, bi taybet Netewên Yekgirtî rola zêdter ji handana diyaloga avaker di çarçova destûra Iraqê de misogerkirina aramî û çareseriya hemû pirsgirêkan bigire ber.