Rojnamevan Berzan Husên hat azadkirin

Peymanêrê Zagros TV Berzan Husên, piştî 6 mehan ji girtinê, îro girtîgehên Rêveberiya Xweser serbest hat berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peymanêrê Zagros TV Berzan Husên, piştî 6 mehan ji girtinê, îro girtîgehên Rêveberiya Xweser serbest hat berdan.

Peyamnêrê K24ê ragihand, rojnamevan Berzan Husên roja 13ê Gulanê 2017 ji alî Asayişa Rimêlan li Rojavayê Kurdistanê hatibû desteserkirin. Îro li bajarê Qamişlo serbest hate berdan.

Di dawiya meha Hezîranê de jî, Komîta Parastina Rojnamevanan (CPJ) a Amerîkî dilgiraniya xwe li hemberê girtina Berzan anînû ziman û daxwaz ji desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê û PYD kir, ku yekser ew bête azadkirin.