Parlementerê AK-Partiyê: Pêwistiya Tirkiye û Kurdistanê bi hevûdu hene
Li gor Parlemeterê AK-Partiyê li Rojhilata Navîn guherîn û bûyerên ciddî rû didin. Ji ber vê yekê pêwistiya Tirkiye û Kurdistanê bi hevûdu re hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê AK-Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu ragihand, divê di zûtirîn dem de pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê wekî berê baş bibe. Li gor Parlemeterê AK-Partiyê li Rojhilata Navîn guherîn û bûyerên ciddî rû didin. Ji ber vê yekê pêwistiya Tirkiye û Kurdistanê bi hevûdu re hene. Dilgiraniya Tirkiyeyê ya ji ber referandûmê, nabe beramberî Kurdistanê bibe dijminahiyek.
Nabe nerazîbûnên li hemberî referandûmê, ber bi dijminahiyekê ve biçe
Parlementerê AK-Partiyê ji K24ê wiha axivî: “Di encamê de Tirkiye nerazîbûn, dilgiranî û hêrsbûna xwe li hemberî referandûmê anî ziman. Nabe ev nerazîbûnên hene ber bi dijminahiyekê ve biçe. Lewra digel Herêma Kurdistanê pêwendiyên me yên gelek dêrîn hene û ev pêwendî dê berdewam jî bikin. Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hevkariyeke dêrîn heye û em jî dê van hevkariyan di dahatûyê de pêşvetir bibin û baştir bikin.”
Helweta Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e
Derbarê pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê de, Galîp Ensarîoglu got: “Li Rojhilata Navîn guherînên gelek mezin hene û hinek pêşhate hene. Herwiha hêzên navnetewî destêwerdaneke ciddî li Rojhilata Navîn dikin. Di qonaxeke wisa de helweta Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e. Dostaniya wan jî girîng e. Êdî tiştê bûyî bûye. Divê em pêwendiyên xwe bidin hev û baş bikin. Ev him di berjewendiya Tirkiyeyê de ye, him jî di berjewendiya Kurdistanê de ye. Divê em rûnin û bi hev re pirsgirêkan biaxifin. Divê pirsgirêk bi axaftin û danûstandinan were çareserkirin û em hevûdu qane bikin.”
Divê di navbera me de hevkariyeke ciddî hebe
Galîp Ensarîoglu got: “Rojhilata Navîn herêmek girîng e û lewma divê di navbera me de hevkariyeke ciddî hebe. Jixwe di navbera me de hevkariyek dîrokî, pêwendiyên eşîrtî û xizmayetî heye. Herwiha fîrmayên Tirkiyeyê ku li ser Kurdistanê bazirganî dikin hene. Gelek kompanyayê Tirkiyeyê li Kurdistanê vebêrhênan dikin. Ji zêdetirî 1400 fîrmayên Tirkyeyê digel Kurdistanê kar dikin. Hemî bajarên ji Dîlokê heta Şirnexê bi Kurdistanê re hevkariya bazirganiyek xurt dikin. Lewma divê têkiliyên ku şikestine, careke din û di zûtirîn dem de werin başkirin. Ji bo dahatûyê jî ger pêwîst bibe mirov ji nû ve pilansaziyek bike divê ew pilansazî pêk were.