Hêzeke ser bi Serokatiya Komarê ve diçe Xurmatûyê

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Ebdulah Eliyawî ragihand, Serokwezîrê Iraqê razemendiya xwe derbarê şandina hêzeke Kurdî ji bajarokê Xurmatûyê re nîşan daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Ebdulah Eliyawî ragihand, Serokwezîrê Iraqê razemendiya xwe derbarê şandina hêzeke Kurdî ji bajarokê Xurmatûyê re nîşan daye.

Ebdulah Eliyawî got, biryar e lîwayek ser bi Serokatiya Komarê ve ji piştî bidawîbûna çileya Îmam Husên li Xurmatûyê bicih bibe.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha borî û êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqê bi piştevaniya supaya Pasdarên Îranê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi dehan xortên Kurd li Xurmatûyê hatin şehîdkirin.