Li Diyarbekirê mitînga HDP, DBP û TJAyê tê lidarxistin

Meclisa Jinên HDP’ê, Meclisa Jinên DBP’ê û Tevgera Jinên Azad li Diyarbekirê mitîngeke hevpar li dar dixin. Mitîng li ser daxwaza berdana siyasetmedarên girtî û nerazîbûna qeyûmên erkdarkirî tê lidarxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Meclisa Jinên HDP’ê, Meclisa Jinên DBP’ê û Tevgera Jinên Azad li Diyarbekirê mitîngeke hevpar li dar dixin. Mitîng li ser daxwaza berdana siyasetmedarên girtî û nerazîbûna qeyûmên erkdarkirî tê lidarxistin.

Li Diyarbekirê mitînga jinên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê û Tevgera Jinên Azad TJA’yê, îro demjimêr di 12:00’an de li Qada Îstasyonê ya bi ser navçeya Yenîşehîrê ve tê lidarxistin.

Mitîng bi dirûşima; “Dê Tecrîd Têk Biçe, Azadî Bi Ser Bikeve” tê rêvebirin. Parêzgeriya Diyarbekirê destûra mitîngê saet ji 12:00’an heta 17:00’an da. Beriya mitîngê di saetên sibehê de li kolanên derdora qada mitîngê bergirên dorfireh ên ewlehiyê hatin girtin.

Parêzgeriya Diyarbekirê ji bo mitînga jinan destûrê da û ji bo mitîngê li kolanên Diyarbekirê bergirên dorfireh ên ewlehiyê hatin girtin.